Kanûn 12, 2018 08:08 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hêza zanistî ya Îranê şanaziya neteweyî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêza zanistî wek şanaziya neteweyî da zanîn û got: J hêla zanistî va me geşatiyeka berbiçav hebûye û helbet çaverêtî ev e ku li warê zanistên ku zêdetir çavkaniya wan derveyî ye, têoriyên zanistî bên hilêxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara Sêşemiyê li civîna Kosneya Bilind a Înqilaba Çandî her wiha got: Hezrtetê Îmam Xumêynî (RE) çand wek pênase û hebûna gel sebeba serketin û mayîna bizava Îslamî dizanî.

Serokomêr her wiha got: Dinyayê bawer nedikir ku miletek tenê bi rêbertiya zanayekî dînî û bi amadebûna xw eya miliyonî li hemberî rêjîmekê ku ji aliyê hêzxurtên cîhanê a dihat piştgirîkirin, bi ser bikeve û eva tiştek ji billî hêza çandî nebû ku roja îro jî dikare bibe hokara yekîtî, çareserkirina kêşeyan û pêşketina welêt.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Li warê kompaniyên zanistbingeh me serketineka gellik mezin li zanist, xuliqandin, têknolojî û ticarîkirinê hebûye. Zêde ji sê hezar kompaniyên ser bingeha zanistê hatine damezirandin û piştevanîkirin ku ji billî pêkanîna kar û pêşeyê, derdora 12 miliyar dolarî çerxeya malî hene.