Kanûn 08, 2018 20:34 Asia/Tehran
  • Berhemên nû yên Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê hatin nimandinê

Berhem û destkevtên nû yên Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê îro li Têhranê hatin nimandinê.

Sîstema kontrolî ya Gulleyên Sêhêlî ya nalive nasyar bi Çavê Heyloyê, Sîstema nûjenkirî ya kontrolkirina gulleyan a Samin-2, Sîstema armanca nimayişî ya Ejderê û balafira bêfirokevan a Pêlîkanê ji destkevt û berhemên herî nû yên Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê ne ku tam bi destê pisporên îranî hatine çêkirinê.

Sîstema kontrolî ya Gulleyên Sêhêlî ya nalive nasyar bi Çavê Heyloyê bi armanca keşifkirin û şopandina zêde ji 100 armancên hewayî û veguhestina lêzanînên wan bo sîstemên mûşekî û topxanê yên ser paporan hatîye darêştin.

Sîstema nûjenkirî ya kontrolkirina gulleyan a Samin-2 jî ku li paporan tê bikaranînê destpêkê sîstem û alavên dijmin ji gellekî dûr ve keşif û nas dike û paşê lêzanînan dide ber destê sîstemên leşkerî yên li paporan.

Sîstema armanca nimayişî ya Ejderê jî dikare hemî taybetmendî û agahîyên gemîyên binavî dema ceribandina nimayişî û têstê ya Ejderan raxe ber çavan.

Balafira bêfirokevan a Pêlîkanê jî ji bo cara yekem li Îranê bi merema keşifkirin û naskirinê armancên deryayî hatîye sazkirinê û dikare xwe rabe esmîn  ûxwe jî dakeve.

Agahîyên ku ev cura balafira bêfirokevan bi dest dixe di warê serdestîya kompaporên Îranê di warê agahî û lêzanîn li deryayên dûr yên wekî Kendava Edenê tên bikaranînê.