Kanûn 08, 2018 18:15 Asia/Tehran
  • 4 tawanbarên têkildarî êrişa têrorîstî ya li başûra rojhilata Îranê hatin girtinê

Dozgerê Giştî û Inqilabê yê Zahidanê ragihand ku 4 tawanbar têkildarî êrişa têrorîstî ya li Çabiharê li şarên curbicur ên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatin girtin.

Dozgerê Giştî û Inqilabê yê Zahidanê hucet ul Islam Elî Muwehêdî-Rad herwiha got: Ev dosîya li Navenda Taybet a Sûcên Ewelhîyê li navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê tê şopandin.

Wî herwiha got: Lêkolîna derbarê rola gumanbarên opêrasyona têrorîstî û naskirina sebebkarên sereke didome.

Têrorîstekî roja pêncşemê dil hebû bi maşîneke tijî madeyên teqandinê êrişî meqera hêzên Intizamî li şarê Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûra rojhilata Îranê bike lê dema ku pêrgî berxwedana hêzên Intizamî bû, maşîna xwe li ber derîyê wê meqerê teqand.

Di encama wê êrişa têrorîstî da, 2 kes şehîd û 42 welatî ji wan çend jin û zarok jî birînar bûn.