Kanûn 08, 2018 18:01 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya dawiyê ya Konferansa serokparlimanên şeş welatan; Pêgiriya li ser hevgirtinê ji bo hemberî têrorîsmê

Serokparlimanên Îran, Efxanistan, Pakistan, Tirkiye, Çîn û Rûsiyê li daxûyaniya dawiyê ya Konfgeransa Têhranê li ser hevdengiya ber bi zêdebûnê ji bo sekinîna li hemberî têrorîsmê û xurtkirina hevkariya navçeyî pêgirî kirin.

Li daxûyaniya dawiyê ya Konferansa serokparlimanên Îran, Efxanistan, Pakistan, Tirkiye, Çîn û Rûsiyê li Têhranê hatiye: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roleka girîng û stratijîk li warê hêsankiirna hevkariyên navneteweyî bi armanca pêşîlêgirtin û sekinîna li hemberî têrorîsm û zêdegaviyê heye.

Serokparlimanên beşdar li Konferansa Têhranê tevî dyarkirina dilgiraniya xwe j bandorên xerabker ên têrorîsmê li ser aştî, ewlehî û geşepêdanê, kokbirkirina tevahiya cûreyên têrorîsmê li navçeyê, wêdadayîna pîvanên ducûre li têkoşîna dijî têrorîsmê û xurtkirina gotûbêjan pêwîst dan zanîn.

Di dewama vê daxûyaniyê da tevî şermezarkirina êrîşên têrorîstî li Îran, Efxanistan, Pakistan, Tirkiye, Çîn û Rûsiyê, hatiye: Rêxistinên ewlehiyê yên welatên beşdar li Konferansa Têhranê divê sazûkareka taybet ji bo danûstandina agahiyan bona pêşîlêgirtin û têkoşîna dijî têrorîsm û zêdegaviyê pêk bînin.

Serokparlimanên Îran, Efxanistan, Pakistan, Tirkiye, Çîn û Rûsiyê her wiha ji tevahiya hewildana ji bo bidestxistina aştiyê li Efxanistanê û wêdadayîna gefên navçeyê yên têrorîsmê, zêdegavî û qaçaxa madeyên narkûtîk pêşwazî kirin.

Welatên beşdar li Konferansa Têhranê mijara Camo û Keşmîrê jî hewcedara rêklara bi aştî ji aliyê Pakistan û Hindê û biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dan zanîn.

Serokparlimanên Îran, Efxanistan, Pakistan, Tirkiye, Çîn û Rûsiyê her wija pişta gelê Filsitînê li warê bidestxistina mafê xwe yê tekûz bi taybet damezirandina dewleteka bi desthilatdariya serbixwe pêşwazî kirin.

Dora sêyem a Konferansa serokparlimanên Îran, Efxanistan, Pakistan, Tirkiye, Çîn û Rûsiyê dê sala 2019an li welatê Tirkiyê were lidarxistin.