Kanûn 08, 2018 15:40 Asia/Tehran
  • Serokmeclisê Îranê: Amerîkî bi çavê ticaretê li mafên mirovan dinêrin

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê got: Yekalîtîya serokomarê Amerîkayê bitehluke ye û ev kiryarana nîşan didin ku dewleta Amerîkayê bi çavê ticaretê li mafên mirovan mêze dike.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî di duyemîn Konfiransa Serokmeclisên 6 Welatên Herêmê ya derbarê`` têkoşîna dijî têrorîsmê`` li Têhranê da herwiha got: Şêwaza serederîya Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump sazî û dezgehên mafên mirovan ji nav birine û bûye sedema bêhêvîbûna welatan.

Larîcanî bi bîr xist ku Amerîka û hin welat xwe idiakerê têkoşîna dijî têrorîsmê di zanin lê di piratîkê da têrorîsmê wekî darê destan bi kar tînin, dîyar kir: Ew kiryar bûne sebeb ku welatên navçê ji bo têkoşîna dijî têrorîsmê xwe di fikira birêxistina pergaleke navçeyî bin ku mînaka berbiçav a wê jî hevkarîya Îran, Tirkîye û Ûrsêtê derbarê Sûrîyê de ye ku heta asteke zêde serkevtî bûye.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî pêgirî kir: Li cîhana ku amerîkî bi dû yekalîtîyê ne, Konseya Ewlehîyê û sazîyên berpirs jî erka xwe cih naynin wekî mînak li têkildarî meseleyên Iraq, Sûrîye û Lîbîyê û hin deverên din û herwiha boykotên yekalî yên Amerîkayê yên li dijî Îran û Ûrsêtê hîç biryarnameyeke Konseya Ewlehîyê tinebû û vê Konseyê jî li hemberî wan karana hîç bertekek nîşan neda. 

Duyemîn civîna serokmeclisên Îran, Efganistan, Pakistan, Tirkîye, Çîn û Ûrsêtê îro ser navê ``têkoşîna dijî têrorîsmê û xurtkirina peywendîyên welatên navçê`` li Têhranê destpê bû.