Kanûn 08, 2018 11:53 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîkayê herêma Rojhilata Navînê kirîye depoya barûtê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Amerîkîyan navça Rojhilata Navînê kirine depoya barûtê ku ev yeka sîyaseteka gellek bitehlûke nîşan dide ku ew li Rojhilata Navînê dişopînin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf îro li rex Duyemîn Konfiransa Serokmeclisên Efganistan, Îran, Pakistan, Tirkîye, Çîn û Ûrsêtê derbarê pirsgirêka têrorîsmê û peywendîyên navbera welatên navçê de herwiha got: Ew sîyaseta bûye sebeb ku devera Rojhilata Navînê veguhere depoyeke çekên gellekî pêşketî yên kavilker ku mixabin hîç alîkarîyek nedane pêkanîna aştî û ewlehîyê.

Zerîf di bersiva pirsekê têkildarî tawanbarkirina Îranê ji hêla Amerîkayê va derheq ceribandinên mûşekî de got: Amerîkîyan her karek kirine ku peywendîyên Îran  û Ewrûpayê aloz bikin  û heta zêdetir ji wê ku peywendîyên Îran û Ewrûpayê bêxin xeterê, hewil didin ku meseleyên herêmê berovajî nîşan bidin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Me li rojnamên amerîkî xwendîye ku çekên amerîkî di destê Al Qaidê li Yemenê  ûDAIŞ`ê li Sûrîyê da ne û eva xeterek e ku hertim gefan li herêma Rojhilata Navînê dixwe.

Zerîf pêgirî kir: Eva ku amerîkî li cîhanê tenê mane û hewcedar bûne ku tevlî vî şerî bibin û heta serokê pişka darayîyê ya kompanîyeke mezin a çînî bigirin ta ku sîyaseta xwe bimeşînin, zêdetir ji wê ku hêz û şîyana Amerîkayê nîşan bide, asêbûna vî welatî nîşan dide.