Kanûn 08, 2018 11:42 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îran mezintirîn gorîyê têrorîsmê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Bûyerên têrorîstî vîna gel û dewleta Îranê di warê têkoşîna berdewam li dijî têrorîsmê de sist nekirine û nakin jî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di merasima destpêkirina Duyemîn Konfiransa Serokmeclisên 6 Welatên Herêmê bi gotina vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê ji destpêka avabûnê va heta niha wekî mezintirîn gorîyê dîyardeya şûm a têrorîsmê bûye, dîyar kir: Îranê di vî warî de gellek berdêlên madî û canî dane.

Rûhanî herwiha got: Kiryarên têrorîstî yên bi danîna bombeyan di sal 1981`ê da û şehîdkirina zêde ji 17 hezar kes ji welatîyên îranî di heyama 40 salên buhurî da bi destê komên têrorîst ên ku niha di bin sîya dewletên rojavayî da ne ji wan xisar û berdêlana ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Şehîdkirina zanyarên navokî di destpêka vê dehsalîyê da bi destê têrorîstên ser bi dewletên bîyanî, êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2017`ê da ser Meclisa Şêwra Islamî, bûyera têrorîstî ya vê dawîyê li Ehwazê û herwiha bûyera têrorîstî ya roja pêncşemê ku li Çabiharê pêk hat jî ji wan xisaran in ku Îran ji ber têrorîsmê pêrgî wan bûye.

Serokomarê Îranê bi raberkirina 8 rêbazan ji bo serêxwegirtina herêmeke xurttir pêgirî kir: Têhran ji bo pişkdarîya di avakirina vê herêma xurttir da amade ye.

Rûhanî di vê merasimê da herwiha got: Welatê ku şerê aborî li dijî Çînê bi rê xistîye, teniştokan li ber Pakistanê va davêje, heqaretê li Efganistanê dike, Tirkîyê ceza dike û gefê li Ûrsêtê dike û Îranê boykot dike, tawanbarê rêza yekem a têkbirina peywendîyan e û em ê li hemberî Amerîkayê rawestin.

Rûhanî herwiha got: Li her dera ku Amerîkayê rolek li têkbirina civakan hebe em rê nadin ji berdêl û xisarên wî karî bireve.