Kanûn 08, 2018 08:23 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Bila dewleta Pakistanê ji bo azadkirina sînorparêzên îranî pêngavan rake

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê şeva buhurî di hevdîtina digel Serokê Meclisa Netewî ya Pakistanê Esed Qeyser li Têhranê da ji dewleta Islamavayê xwest ku ji bo azadkirina sînorparêzên îranî pêngavan rake.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî bi gotina vîya ku komên têrorîst zîyan gîhandine welatên herêmê, pêgirî kir ku Îran û Pakistan divê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de zêdetir hevkarîyê bikin.

Duşem 15`ê Mijdarê dema şevê 12 sînorparêzên îranî li meqera çavdêrîyê ya ser sînorê Îran  ûPakistanê li Mîrcawê ji hêla komên têrorîst va htin revandin û têrorîstan ew veguhestin axa Pakistanê ku heta niha di encama hewildanên her du welatan da, 5 sînorparêz hatine azadkirinê û bo welêt hatine zivirandin.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî di vê civînê da herwiha bal kişand ser peywendîyên dîrokî û dostane yên Îran û Pakistanê û got: Îran dixwaze peywendîyên her du welatan di hemî waran ji wan di warê aborî de bên berfirekirinê.