Kanûn 08, 2018 07:57 Asia/Tehran
  • Zengene: Tevî zextên Amerîkayê OPEC`ê asta derxistina niftê kêm kir

Wezîrê Niftê yê Komara Islamî ya Îranê got: Sazîya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) tevî zextên Amerîkayê û hin mijarên piştperdeyî asta derxistina niftê daxist.

Wezîrê Niftê yê Komara Islamî ya Îranê Bîjrn Namdar-Zengene şeva buhurî li geşta nûçeyan a siet 21`ê ya televîzyona Îranê herwiha got: Muzakire gellekî lihevalîyayî bûn û asta derxistina nifta Îranê li OPEC`ê hat parastin.

Wî herwiha got: Muzakireya bi endmên OPEC`ê ra nêzî 10 sietan berdewam bû ta ku Îran nekve ber biryara OPEC`ê ya kêmkirina asta derxistina niftê di civîna wê ya 175`ê da.

Wezîrê Niftê yê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Biryara nû ya OPEC`ê ya kêmkirina derxistina niftê di mehên bê de divê ku were misogerkirin û pêşî li wê nifta zêde were girtin ku hin welat ji bo sekinîna li hemberî Îranê raberî bazarê dikin.

Zengene herwiha got: Kêmkirina derxistina nifta OPEC`ê divê heta hevsengkirina daxwazkirin û raberkirina niftê were parastinê.

Wezîrê Niftê yê Komara Islamî ya Îranê herwiha bi gotina vê yekê ku Ûrsêtê roleke dîyarker di derxistina niftê ya welatên ne endamê OPEC`ê da heye, ragihand: Ûrsêtê roleke avakir di civîna OPEC`ê da lîst û Moskowê qebûl kir ku ji asta 400 hezar bermîlî ya nifta welatên ne endamê OPEC`ê, 230 hezar bermîlî qebûl bike yanî kêm bike.

Komara Islamî ya Îranê ji pişkdarîya di lihevkirina welatên edamên OPEC`ê û yên ne-endam ji bo kêmkirina derxistina niftê bi merema kêmkirina nifta zêde li bazarê û alîkarîya ji bo baştirkirina bihaya petrolê hat muafkirinê.

Endamên OPEC`ê di 175`emîn civîna xwe da lihev kirin ku asta derxistina niftê bi qasî 800 hezar bermîlî di rojê da kêm bikin. Îran, Venezoela û Lîbî neketin ber vê biryarê.