Kanûn 07, 2018 16:25 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina cîhanî ya êrîşa têrorîstî li Çabiharê

Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê îro anku Îniyê teqîna li bajarê Çabiharê yê Îranê şermezr kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, Seyd Emar Hekîm bi dxûyaniyekê nivîsî: "Ez bûyera têrorîstî ya teqîna li bajarê Çabiharê yê Îranê ku hejamreka mirovên bêguneh têda bûne gorî bi tundî şermezar dikim û  hevgirtina xwe tev rêberî û dewleta Îranê û bi taybet malbatên goriyan radigihînim û careka din li çser helwêsta xw eya sekinîmna li hemberî tundî û têrorîsmê pêgiriyê dkim"

Hekîm li daxûyaniya xwe li ser pêwîstiya hevgirtina navbera welatên navçeyê ji bo sekinîna lêi hemberî komployên xwînavî û kokbirkirina van komployan pêgirî kir.

Wezareta karên derve ya Efxanistanê jî tevî diyarkirina hevderdiya xwe û sersaxiya bo gel û dewleta welatê dost, Komara Îslamî ya Îranê, ji ber candayîn û birîndarbûna bi dehan welatiyên vî welatî, careka din li ser pêwîstiya hevgirtin û hevkariya nêziktir a welatan li warê şerê dijî vî dijminê hevpar pêgirî kir.

Ji billî Efxanistanê, Hin welatên din ji wan Hind, Pakistan, Tirkiye û Kuwêytê ev êrîşa tekfîrî şermezar kirin û daxwaza naskirin û darizandina vê cinayetê kirin.

Têrorîstekî roja Pêncşemiyê êrîşî ser navenda Intizamî ya Şaristana Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê kir û erebeyeka tijî madeyên teqînê li deriyê navenda Intizmî ya vê şaristanê teqand. Li vê êrîşê du kes şehîd bûn û 28 kes ji welatiyan jî birîndar bûn. Sebebkarê vê êrîşa têrorîstî jî hat kuştin.