Kanûn 07, 2018 16:25 Asia/Tehran
  • Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê: Kêmkirina berhemanîna niftê di rewşa niha da Hêla Sor a Îranê ye

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Beşdariya Îranê di kêmkrina berhemanîna niftê di rewşa niha da Hêla Sor a Komara Îslamî ya Îranê ye.

Li gorî rapora ISNAyê, Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê, Bîjen Namdar Zengene li kêleka civîna roja Pêncşemiyê ya endamên Rêxistina Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) li Viyena paytexta Otrîşê li hevpeyivîna bi kanala CNBC'yê ya Amerîkayê ra her wiha got: Di mehên dawî da Îranê nifteya zêdetir berhem neaniye û erka Îranê nîne ku vê rewşê kontrol bike.

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Welatên ku nifteka zêdetir berhem anîne û bazara niftê bi nifta zêdetir dan razandin, divê rewşa niha kontrol bikin  û Îranê tu berpirsiyariyek derheqê vê rewşê tuneye.

Namdar Zengene destnîşan kir: Îran divê ji her biryara derbarê kêmkirina berhemanîna niftê were miafkirin.

Sed û heftî û pêncemîn civîna endamên OPEC'yê roja Pêncşemiyê piştî heft saetan gotûbêjê li Viyenê dawî li karê xwe anî û dewama gotûbêjan bo îro anku Îniyê hat paşdaxistin.