Kanûn 07, 2018 16:24 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê: Komployên vê dawiyê yên Amerîkayê dijî gelê Îranê dê ser nekevin

Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê got: Tevahiya komployên Amerîkayê li dijî gelê Îranê heta niha têk çûne û ev welata (Amerîka) di riya lawazî û têkçûnê da dimeşe.

Ayetullah Mihemed Elî Muwehidî Kirmanî, Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê li xutbeyên Nimêja Îniyê ya Têhranê tevî amajeya bi Roja Xwendekaran (Îro) û rola Amerîkayê li kuştina xwendekarên îranî di sala 1953an da ji aliyê Rêjîma Pehlewî va got: Destê Amerîkayê bi awayê rasterast û nerasterast di tevahiya cinayetêîn dijî gelê Îranê ji salên bihurî va heta niha hebûye; Welatê ku jênosayd û tevkujiya xwecihiyên amerrîkî yên sorçerm hatiye damezirandin.

Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê amaje  bi cinayeta Amerîkayê ya bombebaran atomî ya Hîroşîma û Nakazakiya Japonyayê û cinayetên Zîndana Goantanamo û Ebu Xureyba Iraqê kir û got: Ev cinayet li halekî ne ku Amerîka hema wisa xwe dawaker û berevanê Mafên Mirovan û Dêmokrasiyê li cîhanê dizane.

Ayetullah Mihemed Elî Muwehidî Kirmanî got: Tevî hebûna tevahya komplo û dijminiyên Amerîkayê dijî Îranê, Waşîngton herî pirr li hemberî gelê Îranê têk çûye û komployên vê dawiyê yên vî welatî dijî Îranê ji wan zêdekiirnma boykotan dê ser nekeve.

Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê her wiha qeyrana Yemenê wek ezmûneka dijwear ji bo civata cîhanî bi taybet Amerîkayê û Welatên Rojavayî da zanîn û got: Kuştina hovane û dltezîn a gelê Yemenê bi destê Rêjîma Alê Siûdû û hin welatên ereb li navçeyê, nîşan da ku îdiaya piştevaniya Amerîkayê û Welatên Rojavayî ji Mafên Mirov tenê derew û xapandinek e.