Kanûn 07, 2018 15:57 Asia/Tehran
  • Pêgiriya li ser berfirehkirina pêwendiyên ticarî navbera Îran û Çînê

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Pêwendiyên navbera Îranê û Çînê di asteka jorîn da ye û rawêjkarî û gotûbêjên du welatan di astên cûrbicûr da nîşana kûrahiya van pêwendiyan e.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî roja Pêncşemiyê li hevdîtina bi Çên Zû (Chen Zhu) alîkarê serokê Parlimana Neteweyî ya Çînê li Têhranê, hevkariyên Îran, Çîn, Pakistan, Tirkiye, Rûsiye û Efxaistanê li şerê dijî têrorîsmê girîng da zanîn û got: Ev hevkarî di rewşekê da ne ku Amerîkayê di heyama sala bihurî da  gellek DAIŞî veguhestine Efxanistanê.

 Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi rola girîng a Çînê di rewşa lihevalyayî ya navçeyî û navneteweyî kir û got: Eger welatên mayî li Lihevkirina Atomî wek berteka li hemberî derketina Amerîkayê ji vê lihevkirinê karekî nekin, êdî tu feydeya Lihevkirina Atomî ji Îranê ra nemîne; Ji ber vê yekê  rola Çîn, Rûsiye û welatên ewropî li warê parastina vê lihevkirina navneteweyî grîng e.

Çên Zû, Alîkarê Serokê Parlimana Neteweyî ya Çînê jî bi gotina vê yekê ku armanca welatê wî pêkanîna pêwendiyên dirêjdem tev Îranê ye, got: Îran di heyama salên bihurî da hevpara herî mezin a ticarî ya Çînê bûye.

Alîkarê Serokê Parlimana Neteweyî ya Çînê her wiha qala meyl û meraqa Çînê ji bo sermiyandanîna li warên cûrbicûr li Îranê kir.

Alîkarê Serokê Kongreya Neteweyî ya Çînê ji bo beşdariya li duyemîn konferansa serokparlmanên şeş welatên asyayî bi armanca sekinîna li hemberî têrorîsmê roja Pêncşemiyê hat Têhranê.

Ev konferans dê îro li Têhranê dest pê bibe.