Kanûn 07, 2018 09:10 Asia/Tehran
  • Şirove - Têrorîsm û dubarebûna sênaryoya serneketî ya piştevanên têrorîsmê

Welatên Rojavayî û hin paşverûyên navçeyê ji bo derbelêdana li gelê Îranê ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî va, têrorîst xistine bin sîvana piştevaniya xwe.

Piştevanên têrorîstan li vê sênaryoyê pişta koma têrorîst a Munafiqînê heta Komele û DAIŞê girtin. Çend mehan berê jî piştevaniya wan ji têrorîstên nasyar bi Koma El Ehwaziyê aşkira bû û niha bûyera têrorîstî ya Çabiharê ketiye vê lîsteyê.

Têrorîstekî roja Pêncşemiyê êrîşî ser navenda Intizamî ya Şaristana Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê kir û erebeyeka tijî madeyên teqînê li deriyê navenda Intizmî ya vê şaristanê teqand. Li vê êrîşê du kes şehîd bûn û 40 kes ji welatiyan jî birîndar bûn. Sebebkarê vê êrîşa têrorîstî jî hat kuştin.

Vê êrîşa têrorîstî careka din nîşan da ku dijminên gelê Îranê li dû nearamkirina Îranê û jinavbirina aramî û tenahiyê ne.

Xûya ye ku dijmin ji hêz û xurtbûna Komara Îslamî ya Îranê hez nakin; Ji ber ku pergala Komara Îslamî bi awayekî qahîm li hemberî wan rawestiyaye û sîlehek qahîm li têrorîstan û piştevanên wan xistiye.

Li gorî gotina Serdar Remezann Şerîf, Berdevk û berpirsê Pêwendiyn Gelemperî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Komên têrorîstî pirranî têkilliya xwe tev servîsên ewlehiyê yên biyanî weke Erebistanê hene û hertim hewil didin ku ne-ewlehiyê l navçeyên sînorî yên Îranê çêkin.

Xûya ye ku sêgûşeya gendelî û cinayetê yanî Amerîka, Erebistan û Israîl li paş van kiryarên têrorîstî ji wan bûyera duh li Çabiharê ne.

Piştevanîya berfireh a hin welatên paşverû yên dorhêla Kendava Farsê ji komên têrorîst li başûrê û rojhilata welêt ji her kesî ra ron û aşkira ye; Heta wê radeyê ku Mihemed Bin Selmanê welîehdê Siûdî bi bêşermiya tam soz da ku ewê agirê nearamî û bêewlehîtiyê dehf bidin nav axa Îranê û bi caran pişta kiryarên bi nîşan ahilweşandinê li dijî Komara Îslamî ya Îranê girtiye.

Yek ji armancên kirêt ên van liv û tevgeran pêwendîdayîna wan bi mijarên etnîkî û mezhebî ye ku li Waşîngton, Til Avîv û Riyazê tê organîzekirin.

Seyd Hadî Seyid Efqehî karzanê mijarên navneteweyî derbarê rola Amerîkayê li êrîşên têrorîstî yên dijî Îranê dibêje: Gotinên Trump derbarê van bûyeran cihê fikirînê ye; Wî bi caran destnîşan kiriye ku ewê bi her riya pêkan rêjîma Îranê biguherîne ku yek ji riyên ku Trump dixwaze êrîşên têrorîstî yên bi vî rengî ye. Wî bi caran û bi aşkiratî gef xwariye ku ew dikarin li nav Îranê aloziyê çêkin.

Xurtkirina morala komên têrorîst, alozkirina pêwendiyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Pakistanê jî ji armancên vê operasiyona têrorîstî ye.

Bajarê Çabiharê ji navçeyên abûrî li Îranê ye ku sermiyaneka mezin li wir hatiye danîn.

Xûya ye ku sebebkarên vê êrîşê hewil didin ewlehiya li vê navçeyê ji nav bibin û geşatiya wê ya abûrî kêm bikin.

Helbet ev cûre kiryarên têrorîstî tu girîngiya xwe ya leşkerî tune û plandarêjên wê nikarin armancên xwe yên ji pêşve diyarkirî bi dest bixin; Lê di vê yekê da tu şik û gumanek tuneye ku têrorîst ji her komekê û di bin her cûre piştevaniyekê da bin, dê berdêla giran a van kiryarên xwe yên têrorîstî bidin.

Berdevkê Weareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Teqez kesên tundîşop û mirinxwaz ên bin fermana navend û aliyên naskirî, li her derê ku bin, dê berdêleka giran ji ber pêkanîna vê cinayetê bidin.

Behram Qasimî, Berdevkê Weareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Têrorîstên perwerdebûyî li dawa hin welat û navendên berbelavklirina tundî û zêdegaviyê li navçeyê, îro dest bi operasiyopneka din a  şerxwazî û dijî mirovahiyê li navçeya abûrî ya Çabiharê kirin da ku bi nîşandanna qaşo bêewlehîtiyê, derbeyê li geşatiya abûrî ku bi hevkariya welatên navçeyê li vê naavçeyê tê şopandin û ji bo geşepêdana abûrî û aramî û tenahiyê li sînorên rojhilatî yên welêt e, xînin.