Kanûn 07, 2018 07:49 Asia/Tehran
  • Roja Xwendekaran; Mînakek ji sekinîna gelê Îranê li hemberî zorbêjiyê

Îro Înî, 16ê meha Azerê ya sala 1397an a Koça Rojî, beranberî 7ê Kanûna 2018an li Salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek "Roja Xwendekaran" hatiye binavkirin.

16ê Azera sala 1332an a Koça Rojî (beranberî 6ê Kanûna sala 1953an) xwendekarên Îranê hevdem digel sefera Rîçard Nîkson Alîkarê serokomarê wê demê yê Amerîkayê bo Îranê, bi nîşana nerazîtiya li hemberî destwerdanên Waşîngtonê li karên navxweyî yên Îranê, li hemberî Zanîngeha Têhranê xwenîşandan bi rê xistin.

Ev xwenîşandan bi êrîşa çekdarên rêjîma kirêgirtî û tam girêdayî bi welatên rojavayî ya Pehlewî bi giranî hat serkutkirin.

Li êrîşa çekdarên Rêjîma Pehlewî li ser xwenîşanderan sê xwendekarên îranî şehîd û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Roja Xwendekaran qonaxek ji têkoşînên gelê Îranê li dijî siyasetên mudaxileker ên Amerîkayê li Îranê bi bîr dixe, ji ber vê yekê, bûyera 16ê Azerê xwedan girîngiyeka taybet li warê damezirandin û pênasedayîna têkoşînên xwendekaran li Îranê ye.

Hebûna ramana rawestana li hemberî zorbêjiyê û ramanşopiya dînî û Înqilabî, ji taybetmendiyên herî berbiçav ên tevgera xwendekaran a Îranê ji dema pêkhatina wê heta roja îro ye.

Hilkolandina pênaseya dîrokî û pêvajoya pêkhatin û rola tevgera xwendekaran li Îranê jî nîşan dide ku çiqa xwendekaran hertim bi têderxistin û analîza durust, erka xwe li çarçova meslehet û berjewendiyên gelê Îranê daye nasandin.