Kanûn 06, 2018 19:34 Asia/Tehran
  • Berdevkê Sipahê: Darizandineka giran li benda sebebkarên êrîşa têrorîstî ya Çabiharê ye

Berdevk û berpirsê Pêwendiyn Gelemperî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî qala şopandn û darizandina giran a fermander û cihênerên bûyera têrorîstî ya îro Pêncşemiyê li bajarê Çabiharê li başûrê rojhilata Îranê kir.

Têrorîstekî îro anku Pêncşemiyê êrîşî ser navenda Intizamî ya Şaristana Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê kir û erebeyeka tijî madeyên teqînê li deriyê navenda Intizmî ya vê şaristanê teqand. Li vê êrîşê du kes şehîd bûn û 28 kes ji welatiyan jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Berdevk û berpirsê Pêwendiyn Gelemperî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serdar Remezan Şerîf got: Bersiva van êrîşan dê tund be û ji billî ku ev kes tên kuştin komên piştevanê wan jî tên tembîkirin.

Berdevk û berpirsê Pêwendiyn Gelemperî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Komên têrorîstî pirranî têkilliya xwe tev servîsên ewlehiyê yên biyanî weke Erebistanê hene û hertim hewil didin ku ne-ewlehiyê l navçeyên sînorî yên Îranê çêkin.

Wî her wiha amaje bi gefên leşkerî û ne-kleşkerî yên Amerîkayê li dijî Îranê kir û got: Di pirraniya qonaxên Înqilaba Îslamî da, planên herî lihevalyayî yên leşkerî û ne-leşkerî yên Amerîkayê dijî gelê Îranê têk çûne.