Kanûn 06, 2018 16:32 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Çînê digel boykotên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê careka din dijayeta vî welatî tev boykotên yekalî û zalimane yên Amerîkayê dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihand.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê, Geng Shuang roja Pêncşemiyê li civîna nûçeyî li Pîkenê destnîşan kir ku Çîn li dijî boykotên Amerîkayê li dijî welatên din ji wan Îranê ye ku li derveyî çarçova Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hatne sepandin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê her wiha got: Pikenê hertim biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya NY têkildarî boykotan berçav girtine û rêz li wan girtiye.

Geng Shuang, Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê her wiha wek berteka li hemberî girtina yek ji rêvebirên pileberz ên Kompaniya Teknolojiyê ya Huawei'yê ya Çînê li Kanadayê ji ber tiştê ku wek binpêkirina boykotên Waşîngtonê dijî Îranê hatiye zanîn, her wiha got ku çalakiya vê kompaniyê li gorî qanûn û rêzikên navneteweyî ye.

Polîsê Kanadayê xanima Wênjû Meng (Wenzhou Mang) ji endamên desteya serokatiyê ya Kompaniya Teknolojiyê ya Huawei'yê ya Çînê du rojan beriya niha bi mehneya tawana li warê "Binpêkirina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê" û li ser daxwaza Waşîngtonê girt.