Kanûn 06, 2018 16:26 Asia/Tehran
  • Pêngava dewleta Îranê ji bo vedîtina zarokên wendabûyî yên Helebçeyê

Sekreterê Civata Goriyên Kîmyayî ya Helebçeyê ragihand ku li pey daxwaza vê civatê, ji niha û pêva belgeyên pênaseyî yên tevahiya zarokên Helebçeyê ku li Îranê tên peydakirin, ji aliyê wezareta karên derve ya vî welatî va dê werin piştrastkirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Sekreterê Civata Goriyên Kîmyayî ya Helebçeyê, Luqman Evdlqadir li hevpeyivîna bi malpera SNNê got ku dewleta Îranê ji Civata Goriyên Kîmyayî ya Helebçeyê ra ragihandiye ku niha hejmareka zêde ya zarokên helebçeyî ku di dema bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê bo Îranê hatin veguhestin, li vî welatî dijîn û ji bo wan nasnameya îranî hatiye dayînê û ji aliyê malbatên îranî va wek nevisî hatine wergirtin.

Sekreterê Civata Goriyên Kîmyayî ya Helebçeyê her wiha got ku vê civatê pêştir ji dewleta Îranê xwestiye ku rêbazekê ji bo naskirin û peydakirina van zarokan li Îranê were meşandin.

Wî her wiha got ku vê civatê pêştir jî  bi awayekî fermî ji Parlimana Iraqê xwestiye ku ji riya parlimanê va, hevkarî û hevahengiya digel saziyên têkildar li Îranê ji bo hilkolandina dosyeyên malbat û kesên ku di dema bombebaran kîmyayî ya Helebçeyê da li nexweşxaneyên Îranê hatine razandin, pêk were û ji vê riyê ji bo peydakirina zarok û kesên wendabûyî yên helebçeyî hewil bê dayînê.

Sekreterê Civata Goriyên Kîmyayî ya Helebçeyê her wiha got ku li pey van daxwazan dewleta Îranê biryar daye kuji niha û pêva belgeyên pênaseyî yên tevahiya zarokên Helebçeyê ku li Îranê tên peydakirin ji aliyê wezareta karên derve ya vî welatî û ji riya rêkarên qanûnî bên piştrastkirin.