Serokwezîrê Ermenistanê: Îran ji Ermenistanê re şirîkekî pir girîng e
Serokwezîrê berwext yê Ermenistanê Nîkol Paşînyan duh li hevpeyvîna bi televîziyona Rusia 24 re got: Komara Îslamî ya Îran ji Ermenistanê re şirîkekî pir girîng e .
Paşînyan herwiha bal kişand ser rêketinama berwext a ava kirina devera Azad a Ticarî di navbera Yekitiya Aborî ya Ewrosya û Îranê û got: Ev rêketinama derfeteke hêja ye ji bo Îranê daku hevkariyên xwe bi Yekitiya Ewrosyayê zêde û berfire bike.
Serokwezîrê berwext yê Ermenistanê got: Pêwendiyên germ û semîmî di navbera Îranê û cînarên wê dibe sedema zêde û qahêmbûna pêwendiyên Îran û welatên endamên Yekitiya Ewrosyayê.
Paşînyan desnîşan kir ev hevkariyana ji ber pirsgirêkên ku Amerîkayê ji Îranê û welatên Ewrosyayê re çêkirine derfeteke baş û hêja ji her du aliyan re pêk tîne.
Rêketinama berwext a ava kirina devera Azad a Ticarî di navbera Yekitiya Aborî ya Ewrosya û Îranê 17 meha Gulana 2018 li bajarê Astaneya Qezaqistanê îmza bû.
Serokê Komîsiyona aborî ya Yekitiya Ewrosyayê Tigran Sargsyan li çarçova îmzabûna vê rêketinamê got: Dinûstandinên ticarî di navbera Îranê û welatên endamên vê yekitiyê li sala 2017 gihêşte 2 milyard û 700 milyon dolarî.