Zerîf û "Le Drian" bi rêya telefonê axivîn
Mijdar 10, 2018 19:44 Asia/Tehran
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Fransayê bi rêya telefonê derbarê Rêketinama Atomî, peywendîyên dualî û mijarên din ên bi dilê Têhran û Parîsê de axivîn.
Li gorî rapora Dayra Mêdyayî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf û Wezîrê Karên Derve yê Franayê "Jean-Yves Le Drian" îro di vê gotûbêja telefonî da derbarê meseleyên curbicur ên herêmê û yên navnetewî ji wan derheq Rêketinama Atomî da gotûbêj kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian pîgirî kir ku welatê wî û welatên din ên ewrûpî micid in ku Îran ji berjewendîyên aborî yên Rêketinama Atomî sûdê wergire û mêkanîzmên taybet bên kivşkirinê.