Mijdar 10, 2018 18:01 Asia/Tehran
  • Zerîf: Cîhan nikare bibe zîndanî û rehînê sîyasetên Amerîkayê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: "Cîhan nikare bibe zîndanî û rehînê sîyasetên dewleta niha ya Amerîkayê".

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf bi gotina vê yekê ku hêza aborî ya Amerîkayê berbiçav e û serederîya dewleta niha ya Amerîkayê jî berovajî isûlên peywendîyên navnetewî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: "Amerîka ji UNESCO, Peymana Parîsê, NEFTA û Transe Pacific û Rêketinama Atomî ya digel Îranê vekişîyaye ku ev yeka zorbêjîya dewletekê nîşan dide ku li gorî mentiqa zorê kar dike".

Zerîf di dewama xeberdana xwe da bi gotina vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê karîye rewşekê pêk bîne ku serokomarê Amerîkayê idia dike kumê herî mezin çûye serê vî welatî, ragihand: "Tişta ku Rêketinama Atomî kiribû, plankarîya çend dehsalan a Amerîkayê ya dijî Îranê ji bo gefxwarina li hemberî aştî û ewlehîyê ji nav birîye".

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir: "Rêketinama Atomî biryarnamên xala 7`em  a Konseya Ewlehîyê yên li dijî Îranê ji holê rakirine û hevdengîya cîhanî ya li dijî Komara Islamî ya Îranê têk birîye, di rastîyê da xeyala ku Rêjîma Sîyonîst û Amerîkayê derheq gefeke ewelhîyê ji bo Îranê saz kiribûn ji nav biriîye û sermayeguzarîya 40 salan a Rêjîma Sîyoîst û rejîma Seûdî û hinekên din ji bo ku Îranê wekî xeter li herêmê nîşan bidin, ji nav birîye".