Mijdar 10, 2018 16:11 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelê Îranê bi berxwedanê komployên amrîkîyan pûç kirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Gelê Îranê bi berxwedanê, komployên amerîkîyan ku fikir dikirin 4`ê Mijdarê destpêkek ji bo serêxwegirtina armancên wan ê şaş be, pûç kirin.

Hesen Rûhanî îro di dawîya civîna serokê her sê dezgehên rêvebirina welêt li Têhranê de herwiha got: "Amerîkî dixwazin bi boykotên nelicî û çewt ên dijî Îranê û hewildana li dijî sîstema bankî û derfirotina niftê û hin kel û pelên din, bandoreke xirab li jîyan û debara rojane ya gel bikin".

Rûhanî herwiha got: "Ev gotina ku Amerîka ne li dû zexta ser gelê Îranê belkî bi dû zexta ser pergal û hikûmeta Îranbê ye, tam nerast e û amerîkîyan di piratîkê da ev yeka aşkira kirin".

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku amerîkî mukur hatin ku nikarin firotina nifta Îranê rawestînin, dîyar kir: "Amerîkî di mehên bê de yê baş fem bikin ku rêyeke şaş girtine ber xwe ji ber ku ev bijareya gelê Îranê ji bo berhemanîna zêdetir û peywendîyên nêzîktir digel cînaran û welatên dost amadetir dike".

Rûhanî herwiha bal kişand ser angaşta amerîkîyan derbarê piştgirîya Îranê ji têrorîsmê de û pêgirî kir: "Amerîkî bi derewan dibêjin ku Îran dirêv dide komên têrorîst lê çawan ku gelê Îranê hertim di xeta pêşîn a têkoşîn û girtina pêşîya gîhandina dirêv ji bo komên têrorîst bûye, roja îro micidtir ji berê pêgirîyê li ser qanûn û qirarên xwe dike û yê nehêle ev heceta pûç di destê dijminan de bimîne".