Mijdar 10, 2018 07:28 Asia/Tehran
  • Xoşrû: Civaka navnetewî divê li hemberî yekalîtîya Amerîkayê bisekine

Nunerê Dayimî yê Îranê li NY, sîyasetên yekalî û kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê berovajî serwerîya qanûn, isûlên menşûra NY û çendalîtîyê zanîn û pêgirî kir ku divê civaka navnetewî li hemberî yekalîtîya Amerîkayê bisekine.

Nunerê Dayimî yê Îranê li NY, Xulamelî Xoşrû di civîna Konseya Ewlehîyê ya NY derheq ``aştî û ewlehîya navnetewî`` de bi gotina vê yekê ku sîyasetên pozbilindane û kiryarên yekalî yên Amerîkayê bingehên hevkarîya navnetewî û çendalîtîyê xistine ber xeterê, dîyar kir ku di encama vê helwesta Amerîkayê de, Waşîngton ji Konseya Mafên Mirovan, UNESCO, Peymana Parîsê û Rêketinama Atomî ya digel Îranê vekişîya.

Nunerê Dayimî yê Îranê li NY, vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî û sepandina dubare ya boykotan binpêkirina biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê zanî û got: Ji bo cara yekem di dîroka NY de, Amerîka wekî endamekî dayimî û xwedîyê mafê Vetoyê, gelên din ên cîhanê ne ji ber binpêkirina biryarnameyeke Konseya Ewlehîyê belkî ji ber cihanîna wê ceza dike.

Xoşrû herwiha got: Eva gefeke ciddî li dijî menşûra NY û peywendîyên navnetewî ye ku hewcedarê bersiva lezgîn û ciddî ya navnetewî ye.

Nunerê Dayimî yê Îranê li NY herwiha bal kişand ser xwevedizîna Amerîkayê ji cihanîna hikmê vê dawîyê yê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê û xwest ku civaka navnetewî boykotên Amerîkayê şermezar bike û ne bi gotinê belkî bi pêngavên piratîkî qebûl neke.

Xoşrû herwiha got: Li gorî 12 raporên Ajanasa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA), Îranê hemî sozên xwe cih anîne û di pêeşrojê de yê vê sozdarîyê anegorî berjewendîyên ku wergire bidomîne.