Iraqçî: Em ê bi provaksiyonên Pompeo û hevfikrên wî asteng nebin
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku emerîkî dizanin rêketina navokî tam ser qezanca Îranê ye û teqez kir: Îranê bi hişmendî tevgeriyaye û dê bi tehrîkkirinên wezîrê karên derve yê Emerîkayê û hevfikrên wî asteng nebe.
Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Niha vê gavê pêka berê li pişka navokî de em di rewşeke baştir de ne, pişka lêkolîn û geşatiya Îranê li van salana bi curekê bi pêşde ketiye ku ger beriya rêketina navokî me li ser makînên IR-1 kar dikir, îro em ser makînên IR8 ê dixebitin ku nifşkeke pir pêşketîtir e û anegorî makînên beriya rêketina navokî, 20 beramber bihêztir in.
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Hêz û zirûfa vegeryana bo xebatên navokî beriya rêketina navokî heye û ev yeka girêdayî bi viyana siyasî ye, ger em bigihêjin vê encamê ku berjewendiyên welêt li cihneanîna berpirsiyariyan e, em ê qet deyqeyekê nesekinin.
Iraqçî li bara vê yekê ku çima aliyên ewrûpî hîn ji bo dema praktîzebûna bernama taybet a aborî ya SPV`yê demeke taybet kivş nekirine diyar kir: Ji ber ku vê bernamê aloziyên zav hene, hîn demek jêre nehatiye ragahndin û carê ser wê dixebitin, em hêvî dikin bi zûtirkê ev bernameya cih were.