Mijdar 09, 2018 15:22 Asia/Tehran
  •  Xerazî: Gelê Îranê bi awayekî hevgirtî li hember zextên Emerîkayê sekiniye

Serokê konseya stratejîk a peywedniyên derve yên Îranê got: Tevî hebûan gelek pirsgirêkan ku ji ber boykotên Emerîkayê pêk hatine, gelê Îranê bi awayekî hevgirtî li hember zextên Waşengtonê sekiniye.

 Li gorî rapora roja îniyê ya Mehr News`ê, seyd Kemal Xerazî li civîna bi kesayetî û şarezayên siyasî yên Otrîşê re li Viyenayê meselên navçê û pêwendiyên navbera Îran û Ewrûpayê şirove kirin û got: Gelê Îranê ji ber çavkanî û îmkanatên navxweyî û herwiha  alîkariya  bo welatên  dost û her wiha  bernama  ewrûpî dê pirsgirêk û boykotên Emerîkayê ji holê rakin.

  Serokê konseya stratejîk a pêwedniyên  derve yên Îranê her wiha bersiva pirsa beşdarên vê civînê ji wan serokê komîsyona siyaseta derve ya meclisê, wezîrê berevaniyê, hin  nûnerên  parlemana  Otrîşê û Ewrûpayê û serokên saziyên lêkolînê yên siyasî û navneteweyî yên Otrîşê li bara meselên Sûriyê, Iraq, Yemen û pêwedniyên  Îran û Ewrûpayê û herwiha bandorên boykotan ser aboriya  Îranê û çawaniya rûbirûbûna dewleta Îranê  bi van alûguran re.