Mijdar 09, 2018 12:37 Asia/Tehran
  • Peyama rêberê Înqilaba Îslamî bi minasibeta şehîdbûna cangorî seyd Nûrê Xûda Mûsewîferd

Piştî şehîdbûna cangorî seyd Nûrê Xûda Mûsewîferd, rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê di peyameke devkî de ji ber şehîdbûna vî cangoriyê hêja sersaxî ji xelkê parêzgeha Loristanê û malbata vî şehîdî re daxwaz kir.

Li gor rapora nivîsgeha Parastin û Weşandina Berhemên Ayetulla Uzma Xamineyî, fermandarê hêza Întizamî (Polîs û Ewlekariyê) ya Îranê serdar Husên Eşterî sibeha roja pêncşemê li merasima oxirkirina meytê şehîd seyd Nûrê Xûda Mûsewîferd li Xuremabadê navenda parêzgeha Loristanê amade bû û li axivtina xwe ya di vê merasimê de got ku Nivîsgeha rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê pê re pêwendiya telefonî pêk anî û rêberê Înqilabê jê xwest silavên wî yên germ û semîmî ji xelkê Loristanê û malbata şehîd re bişîne û ji ber şehîdbûna vî cangoriyê hêja ji wan re sersaxiyê bixwaze.

Şehîd seyd Nûrê Xûda Mûsewîferd ku ji hêzên întizamî bû li 7 Adara 2009 li devera Larê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê guleyeke hêzên Koma terorîst a Ebdulmalik Rîgî li serê wî lêket û ji wê demê heya êvara sêşemiya bihûrî anku şeva rehleta pêxemberê hêjayê Îslamê û şehîdbûna Îmam Hesen (silavên Xwedê li wan be) ku şehîd bû bi mideha 10 salan kete komayê (jixweçûna tam) .