Mijdar 09, 2018 11:41 Asia/Tehran
  • Berteka Zerîf derheq gotinên Pompeo: Gelo tu şermê nakî?

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, êvara pêncşemê derheq îdiaya wezîrê karên derve yê Amerîkayê ku Îran sebebkarê wêraniyên li Yemenê dabû nasandin û Erebistana Siûdî sebebkarê bi milyonan dolar alîkarî ji bo xelkê Yemenê dabû nasandinê, diyar kir: Gelo tu şermê nakî van gotinan tînî ser zarê xwe?

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Muhemed Cewad Zerîf êvara pêncşemê derheq îdiaya wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku Îran sebebkarê wêraniyên li Yemenê dabû nasandin û Erebistana Siûdî sebebkarê bi milyonan dolar alîkarî ji bo xelkê Yemenê dabû nasandinê bertek nîşan da û di peyamekeTwitterî de diyar kir: Birêz Pompeo, Gelo netewê Yemenê deyndarê kujerên xwe ne, gelo wan heqê xwe tinen li ber kujerên ku bi milyonan dolar ji bo bombebarankirina otobûsên medreseyan û ji bo bombebarankirina nexweşxanan xerc dikin li ber xwe bidin û bihêlin bila ew wan bitûm qir bikin?   gelo tu ji van gotinên xwe şermê nakî?

Zerîf li vê Twittera xwe de ragihand: Birêz Pompeo neku tu bawerî eva xelkê Yemenê bi xwe ye ku xela û birçîtî ji xwe re anîne? Ji van fikr û gotinên xwe yên şaş dev berde û şermê bike û rastiyan veneşêre.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê êvara pêncşemê li hevpeyvîna bi kanala farsî ya BBC re îdia kir ku Îran sebebkarê wêraniyên li Yemenê ye û Erebistana Siûdî bi milyonan dolar wek alîkarî ji bo xelkê Yemenê xerc kiriye. Eva di rewşekê ye ku Erebistana Siûdî bi alîkariya Amerîkayê gelek cinayetên cengê û yên li dij mirovan cih anîne û bi hezaran zarok û xelkê sivîl bi êrişa ser cihên gelêrî yên wek medrese, nexweşxane, mizgevt û malên xelkê kuştine û birîndar kirine û bi milyonan kes jî aware kirine û Amerîkayê ji bo berjiwendiyên xwe yên aborî ne bi tenê çavên xwe ser van cinayetan girtine , belkî li gelek ji van cinayetana jî alîkariya siûdiyan û hevpeymaniya wan dike.

Êrişên hevpeymaniya siûdî ser Yemenê ku bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 desp bû ji bilî kuştin û birîndarbûna bi hezaran kesên sivîl li Yemenê bûye sedema xela û birçîbûnê û nebûna dewa û dermanan li vî welatî û awarebûna bi milyonan kesn jî.