Pompeo cardin îdiayên xwe li dijî Îranê dubare kirin
Wezîrê karên dercve yê Emerîkayê li gotûbêja bi BBC`yê re cardinê îdiayên xwe li dijî Îranê dubare kirin û daxwaza zext û zora herî zêde ser Îranê kir.
Li gorî rapora roja pêncşmiyê ya IRNA`yê, Mike Pompeo (Mayk Pompêo) li gotûbêja bi beşa farsîzimên a kanala BBC re got: Me hertim daxawaz zext û zora herî zêde ser Îranê kiriye. Em ê dewamê bidin van zext û zoran daku Komara Îslamî reftara xwe biguherîne. Wî di eynî demê de got ku derman û kelûmelên pizîşkiyê nakevin ber boykotê, lê Îran divê reftara wxe biguherîne û dev ji gefxwarina li dijî welatên din û çekdarkirina komên terorîstî li anvçê berde.
Wezîrê karên derve yê Emerîkayê nekarî pirsgirêka cidî ya Ewrûpayê bi Koşka Sipî re li ser mesela hevhatina navokî veşêre û got: Emerîkayê bi îzn daye heşt welatan ku heya demeke diyarkirî derkirîna nifta xwe ji Îranê bidomînin, lê di pêşerojê de ev boykot dê werin zêdekirin.