Serdar Selamî: Dijmin ji şiyanên mûşekî yên Îranê ditirse
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku îro rojê li her babetê de em bi hêz in û dijmin ji viya ditirse û got: Em divê ji her aliyê ve rê li ber dijmin bigirin û divê em zirûfa êrişa ser binavhiyên dijmin ji xwe re pêk bînin û dijmin hewl dide ku me ji vê qaweta berevaniyê bêpar bike.
Serdar Huseyn Selamî, li civîna`` Têkoşer di xerîbiyê de`` û li nava koma ramanwerên Îslamî di bajarê Damxanê li bajarê Simnanê li bakurê rojhilata Îranê bal kişand ser vê yekê ku em gişk dizanin ku piraniya erdên îslamî îro rojê bûne meydana cîhad û têkoşana li dijî zordar û mustekbirên cîhanê û alayên cîhad û têkoşanê hatine halanîn û çirayên geş ên cîhad û têkoşana li riya berevaniya ji Îslam, namûs, howiyet û şûnas, hitbar û rûmet û cih û şûna misilmana hatiye vêxistinê û destnîşan kir: Li erdên Îslamî îro rojê ciwan kefiyên cîhad û têkoşanê li eniya xwe girêdane û mertala cîhadê li xwe kirine û şûrên xwe derxistine ku mustekbir û zordaran ji serdesrtiya ser misilmana paşde vekşînin.
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Îro rojê li Sûriyê artêşa gelanî ya vî welatî pir bi hêz li kêleka artêşa fermî pêk hatiye ku bi paşmayiyên Emerîkayê şêr dike û li Iraqê jî artêşê û gelê vî welatî serî hildane û li hember dijmin disekinin.
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha bala xwe da ser raghandina rayedarên welatê Emerîkayê bona destpêkirina dewra teze ya boykotan û zextên aborî li dijî Komara îslamî ya Îranê ji 13 Abana îsal û destnîşan kir: Li 13 Abanê hemî şehed bûn ku yên ku dixwestin derfirotina nifta Îranê li vê rojê bigihînin sifrê, neçar man heşt welatan li babeta kirîna niftê ji Îranê derveyî boykotan ragirin, rast e van welatan riya Emerîkayê nedişopandin, lê belê amerîkiyan ji bo ku prestîj û rûmeta wan were parstin, anagorî fikra xwe ev rakirina berbendên ji bo heşt welatên hanê ragihandin.Ev mesela nîşan dide ku amerîkî êdî nikarin kontrola siyasî ya cîhanê bigirin destê xwe û qawet û desthilata wan kêmtir bûye.