Serdar Selamî: Netewê Îranê gefên dijmin ji xwe re dike derfet
Cîgirê fermandarê giştî yê Supahê Pasdarên Înqilaba Îslamî yê Îranê Serdar Selamî got: Netewê Îranê bi hêz û qaweta xwe li navçê heya niha gefên dijmin ji xwe re kirine derfet.
Serdar Sertîp Husên Selamî şeva çûyî li gotûbêja bi IRNA re got: Rawestan û berxwedana netewê Îranê li ber gef û tehdîdên dijminan û zext û zorên wan derfetên baş ji netewê Îranê re çêkirine.
Cîgirê fermandarê giştî yê Supahê Pasdarên Înqilaba Îslamî yê Îranê bi bîrxist: Bi hezkirina Xwedê teala heya niha derfetên baş ji bo zêdekirina hêz û qaweta parastin, siyasî, bibandorbûn û deshelata li navçê û geşatiya zanistî û serxwebûna aborî ya welêt amade bûye.
Serdar Selamî herwiha got: Rewşa niha ser xêr û kara Komara Îslamî ya Îranê bi pêş ve diçe û ti endîşe û fukarek li vê barê de tine.