Mijdar 07, 2018 20:21 Asia/Tehran
  •  Beîdînijad: Em çavrê ne Emerîka bibe welatekî normal

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Londonê bal kişand ser siyasetên mudaxilekirane û zordariyê yên Waşegtonê û got: Em tenê çavrê ne ku Emerîka bibe welatekî normal.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Hemîd Beîdînijad roja çarşemiyê bi weşandina peyamekê li Twîterê de nivîşî ku divê Emerîka dev ji mudaxile, serdestîxwazî, kiryra eskerî û boykota li dijî welatên din berde. Wî got: Em her wiha dixwezin welatan  bi armanca firotina çekên xwe yên bikuj han nede ku desrtdirêjiyê ser welatên din bikin û mîna welatên din welatekî nomarl be.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê Gulana buhurî derketina  Emerîkayê ji rêketian navokî ragahnd û duşemiya buhurî dewra teze ya boykotên  li dijî îranî bona kêmkirina  derfirotina  niftê cih anî.

 Welatên din ên ku rêketina navokî wajo kirine, yanê Brîtanya, Fransa, Almanya, Çîn û Rûsiye tevî şermezarkirina derketina vî welatî ji vê hevhtina çendalî ya navneteweyî destnîşan kirin ku  dê ser rêketina navokî bisekinin û piştgiriyê didine ticareta şîrketên xwe bi Îranê re. Trump bi amûra terorzîma aborî û boykotên yekalî yên neqanûnî û zexta ser civaka cîhanî li dû pêkanîna  şerê rewanî û îlqakirina tecrîda Îranê ye lê tecruba mehên buhurî û hevrêtînekirina cîhanê bi Emerîkayê re nîşan da ku ev welata dê tu carî neghêje armanca xwe.

 Boykotên ku Emerîka bi awayekî yekalî li dijî gelê Îranê radighîne ji miehek berî niha ve  destpê bûne û civaka cîhanî bi wan re hevrêtî nekiriye heta ku Trump neçar bûye dev ji hin ji wan berde.

 Li vê barê dikarin balê bikşînin ser gotinên serokkomar, wezîrê karên derve  û serokê banka navendî ya Îranê. Beîdînijad pêştir bi weşandina  peyamekê li Înstagramê nivîsîbû: Saziyên  navneteweyî yên enerjiyê pêştir asta  derfirotina petrola Îranê li dewra boykotên nû bin  milyonekî texmîn dikirin lê bi kirîna  niftê ji aliyê 8 welatan, niha  derfirotina  nifta Îranê heya  milyonek û 850 hezar bermîlî texmîn dikin.