Mijdar 07, 2018 18:16 Asia/Tehran
  • Sersaxiya ji ber salroja şehadeta îmam Riza(s)

Sibê pêncşemî 29 `ê Sefera sala 1440`an a koça hîvî, beranberî 8`ê Mijdara 2018`an, salroja şehadeta hezrerê Îmam Riza (s), Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê ye.

Hezretê Îmam Riza (S li sala 148  koça hîvî  li bajarê Medînê hate dinê û li dawiya meha Seferê ya sala 203`an a koça heyvî, şehîd bû.

Dewra jiyan û îmameta Îmam Riza (S), dewra zêdebûna zav a hezkirina binemala pêxemberê Xwedê (S) ji aliyê xelkê û dewra berfirehbûna pêgehên gelanî yên binemala pêxemberê Xwedê (S) bû. Di vê dewrê de Memûn, xelîfeyê Ebasî, bi plangêrî, jehr da vî hezretî û ew şehîd kir.

Îrana Îslamî di  şeva salroja şehadeta hezrerê Îmam Riza (S) reş li xwe kiriye û rêûresmên curbicur ên tazîdariyê hatine lidarxistin.Evîndar û şopînerên binemala pêxemberê Xwedê (S) li seranserê Îrana Îslamî bi kombûna li navendên mezhebî ji wan li bargeha paqij a Îmam Riza (S) li Meşhedê, bona Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê tazîdariyê dikin.

Rêxistina Radyo û Têlêvîzyona Komara Îslamî ya Îranê, bi boneya salvegera şehadeta hezretê Îmam Riza (S), îmamê heştan ê şîeyên cîhanê sersaxiyê dide hemî misilman û azadîxwazên  cîhanê.