Mijdar 07, 2018 16:11 Asia/Tehran
  •  Sertîp Şikarçî: Sêkunca Emerîka, Îsraîl û Alê siûd dixwezin ku cîhanê bê ewleh bikin

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê got:Sêkunca Emerîka, Îsraîl û Alê siûd dixwezin ku cîhanê bê ewleh bikin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Ebulfezl Şikarçî, Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê roja çarşemiyê li merasima rêzgirtina ji şehîdên êrişên terorîstî yên  Ehwazê li başûrê rajava Îranê û got: dijminan ji ber lawaziyê, rejîmên  mîna Alê siûd û Alê Xelîfe ku pergaleke siyonîstî hene bi kar anîne da ku bêewlehiyê bibin hundirê welatên Îslamî.

Serdar Şikarçî destnîşan kir: Dijminên nizama Îslamî salê bi milyaran dular bona xurtkirina ruhiyeta eskerên xwe xerc dikin ku bikaribin li welatên derdora Îranê bimînin û ji ber ku neghiêştine armancên xwe, li halê talankirina  heyîtiya welatên mîna Erebistan û îmaratê ne.

 Berdevkê pilêbilind ê hêzên çekdar ên Îranê her wiha bal kişand  ser vê yekê ku dijminên  gelê Îranê ji dema serketina Inqilaba Îslamî qet dev ji komployê bernedan û ji ber ku nedikarî raserast li ber Îrana Îslamî raweste, şêwazên din girt ber xwe.

  22 Tebaxa 2018` an jî li encama  êrişa terorîstî ji parkekê li kêleka lidarxistina  merasima  sanê ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Ehwazê, li başûrê rojava Îranê, terorîstan ber bi xelkê ve gulle avêtin ku li encama  vê êrişê, 25 kes şehîd bûn û zêde ji 60 kes jî birîndar bûn.

  Komên terorîstî yên DAIŞ`ê û El-Ehwaziyê ku ji aliyê Erebistan û Emerîkayê ve piştgirî dibin berpirsiyariya vê êrişê girtin istûyê xwe.

 Piştî vê cinayeta terorîstî, sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, yekê cotmeha 2018`an , cihê kombûna terorîstên tekfîrî li rojhilata  Firatê li Sûriyê  bi mûşekan dan ber êrişê.