Mijdar 07, 2018 09:45 Asia/Tehran
  • Wezîrê Petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê: Rojin dijwar li benda bikarênerên petrolê ye

Wezîrê Petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê qasa miafbûna ji boykotên Azmerîkayê ji bo bikirrên nifta Îranê li gorî qsa daxwazê nezanî û pêşbînî kir ku mehên tê dê mehin biêş ji bo bikarênerên niftê be.

Wezîrê Petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê, Bîjen Namdar Zengene roja Sêşemiyê li hevpeyivîna bi kanala ragihandinê ya Petrol û Enêrjiyê (SHANA) got: Tevî hebûna gefên seretayî yên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê û hejmareka berhemênerên navçeyî yên petrolê, sercem dewleta Amerîkayê bi kêmbûna zêde ya petrolê li bazara cîhanî û nebûna îmkana wêdadayîna Îranê ji vê bazarê îtiraf kir.

Bîjen Namdar Zengene her wiha got: Amerîka ji ber kêmbûna ciddî ya petrolê û nebûna hevsengiyê navbera raberkirn û daxwazê  her wiha bi armanca kêmkirina zexta lis er bikarênerên mezin, rê daye hejamreka welatan ku petrola Îranê bikirrin ku ev asta miafbûnan, têra asta daxwazê nake.

Wezîrê Petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Dewleta Amerîkayê bi mehneya lidarxistina hilbijartina navîndewreyî ya Kongreyê li vî welatî, bihayê petrol û benzînê bi awayekî sexte aniye xwarê û bi awayê xwezayî di mehên tê da, dê biha biçe serê.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Duşemiyê, 5ê Mijdara 2018an, navê 700 kes, kompanî, bank, firoke û gemiyên îranî li lîsteya xw eya boykotan zêde kir.

Serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi derketina ji Lihevkirina Atomî, careka din boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê vegerandin û gef xwar ku her welatekî ku kirrîna petrola Îranê bidomîne, dê were boykotkirin. Amerîkayê heta 4ê Mijdarê derfet dabû mişteriyên petrola Îranê ku asta kirrîna petrola Îranê bigihînin sifir.