Cotmeh 13, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • Serleşkerî Baqirî: Cinayetên têrorîstên tekfîrî gefek li dijî ewlehiya sivîlan e

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Bêdengiya dawakerên Mafên Mirovan li hemberî cinayetên bêşermane yên têrorîstên tekfîrî bûye sebeb ku ewlehiya welatiyên sivîl li cîhanê bikeve ber gefê.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serdar serleşker Mihemed Baqirî roja Şemiyê li çaremîn civîna navneteweyî ya Pizişkiya Leşkerî ya Asya Pasîfîê li Têhranê got: Ev civîn li halekî tê lidarxistin ku zorbêjên siyonîst ji 6 mehan beriya niha va li meşên Mafê Vegeriyanê, derdora 200 filistînî şehîd kirne û zêde ji 20 hezar kes jî birîndar. Hin welatên naçeyê jî bi destdirêjiya ser Yemenê, gelê mezlûm û bindest ê vî welatî dikujin.

Serleşker Baqirî tevî amajeya bi armancên civîna navneteweyî ya Pizişkiya Leşkerî her wiha got: Damezirandina komîteya navneteweyî ya Pizişkiya leşkerî dahêneriyeka binirx û derfeteka giranbiha ye ku zana û çalakên warêî Pizişkiya Leşkerî li hev civandin da ku dûr ji hêmayên sînordane, zanist û tecrubeyêîn xwe ji bo kêmkirina êş û elemên ziyandîtiyên hêzên çekdar digel hev parve bikin.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hêêzn çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê her cûre hewildanekê ji bo serêxwegirtina armancên mirovdostane yên Komîteya Navneteweyî ya Pizişkiya Leşkerî û berfirehkiirna dîplomasiya berevaniyê li wrê Pizişkiya Leşkerî û raberkirina tecrubeyên bêmînak li warê dermankirina birîndarên kîmyayî pêk bîne.

Li çaremîn civîna navneteweyî ya Pizişkiya leşkerî ya Asya Pasîfîkê, mîdala vê civînê bo du salan ji aliyê nûnerê Rûsiyê bo Hesen Iraqîzade, serokê nû yê Komxebata navçeyî ya Asya Pasîfîkê ya Pizişkiya Leşkerî hat xelatkirin.