Cotmeh 12, 2018 17:28 Asia/Tehran
  •  Serleşkir Ceferî: Bereya berxwedanê piştî şerê Sûriyê û Iraqê bihêztir bûye.

Fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî got Bereya berxwedanê piştî şerê Sûriyê û Iraqê bi hêztir bûye û tu duilgiraniyek li bara bereya berxwedanê tine.

 Li gorî rapora roja pêncşemê ya IRIB News`ê, Serdar serleşkir Muhemed Elî Ceferî li gotûbêja bi kanala  televîzyonî ya El-Mesîreyê got: Ger Donald Trump serokkomarê Emerîkayê wer dizane ku Îran ji dema bi desthilatbûna wî lawaztir bûye, şaş difikire.  Fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Ger bi qewlê Trump bi xwe Îran pêştir û beriya bidesthilatbûna wî dikarî li 12 deyqan amade dibe li hember dijminan berevaniya xwe bike niha ev dema kêmtir jî bûye.

 Serdar Ceferî bal kişand  ser vê yekê ku  qaweta Îran û Inqilaba Îslamî bi amadebûna  li meydanan û bereyên  rawestanê zêde bûye û destnîşan kir: Ger ewlehiya Îranê bikeve xeterê, emê demlidest li dervey sînoran bersivê bidin.

  Fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand  ser vê yekê ku  ji ber hebûna  boykotan gihêştiye hevgirtin û  bêminet bûye û destnîşan kir: Îran dê heya  jinavçûyîna  tam a Rejîma siyonîstî berxwedana xwe bidomîne û niha dema  jinavçûyîna Îsraîlê nêzîk bûye.