Cotmeh 12, 2018 15:11 Asia/Tehran
  •  Pêşnimêjê înê yê Têhranê: Gelê Îranê dê hemî boykot û komployan bê encam bikin

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê got: Gelê Îranê dê hemî boykot û komloyên îstiklbara cîhanî û dijminên Îslamê işkest bidin.

 Ayetullah Muhemed Îmamiyê Kaşanî li xutbên nimêja îniyê ya vê hefteyê ya Têhranê bal kişand ser vê yekê ku  Komara Îslamî ya Îranê zirûfên zav bo çareserkirina  pisgirêkan heye û got: Serketina pêşerojê ya gelê Îranê ye û dê xewn û xeyalên  dijminên li dijî gelê mezin ê Îranê cih neyên û ew dê  xweziyên xwe bo serdestiya ser Îranê bibin gorrê.

 Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê bal kişand ser komployên Emerîkayê bo pêkanîna  pirsgirêkên aborî û nerazîbûna li Îranê û got: Armanca Emerîkayê pêkanîna  bêtifaqî û nebûan pêbaweriyê navbera gel û nizama Komara Îslamî ya Îranê ye lê gelê Îranê bi hişmendî li hember van komployan sekiniye û dê dijminan bêhêvî bike.

 Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku  Emerîka tu wextekê mîna  îro neketiye tecrîdê û bi tenê namaye û destnîşan kir: Cîhana îstikbarê mîna Emerîka, siyonîzma  navneteweyî û hin hakimên  qude yên erebî û kirêgirtiyên  biyaniyan i navçê bila bizanibin ku heq dê bi ser keve û dê ew bi zûtirkê bên mehekemkirin û ruswa bibin.