Pêşewaziya ji nama rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bo ciwanên ewrûpî li nîşangeha Frankfortê
Nama rêberê giranqedrê Inqilaba Îslamî bo ciwanên ewrûpî li nîşangeha navneteweyî ya pirtûkan li Frankfortê, ji aliyê xelkê ve hat pêşewzaîkirin.
Li gorî rapora IRIB New`ê, roja pêncşemiyê hevgavê duwemîn roja lidarxistina 70 mîn dewra nîşangeha pirtûkan a Frankfortê, teksta inglîzî ya nama Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bo ciwanên ewropî li odeya Îranê hat belavkirin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî 21 Çilla 2015`an piştî bûyerên terorîstî li Fransayê û weşandina hin wêneyên îhanetbar li dijî nirxên pîroz ên îslamî û tirsandina ji îslamê ji aliyê rayedar û medya rojavayî, li nameyekê bo ciwanan li Ewrûpayê û Emerîkaya bakurî got: Li bara armancên vê hereketa kirêt a berfireh li dijî Îslamê pirs û lêkolînê bikin û wek berteka li hember pêşdawerî û propagendeyên neyînî, hewl bidin rasterast û bê wasite vê olê nas bikin.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha li 29 Mijdara 2015` an bi weşandina nama dudiyan xitabî ciwanên welatên rojavayî û Emerîkayê, pîvanên dualî yên hêzxurtên mezin şermezar kirin û pişt re bûyerên mîna êrişên çekdariyê li Parîsê encama siyasetên welatên rojavayî dan zanîn.
Nama ewil a rêberê Inqilaba Îslamî bo ciwanên rojavayî bi 50 zimanan û nameya dudiyan bi 62 zimanan hatiye weşandin.
Nameyên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi caran li torên civakî û ajansên curbicur hatiye wergerandin û weşandin.
Nîşangeha pirtûkana Frankfortê lji abbet hejmara weşankar û kesên ku seredana wir dikin, nîaşngeha herî mezina piurtûkan li cîhanê tê hesabê ku 10 heya 14 Cotmehê li Almanyayê tê lidarxistin.