Wezîrên karên hundir ên Îran û Tirkiyê ser rawestana li ber qaçaxa û terorê sekinîn
Wezîrên karên hundir ên Îran û Tirkiyê ser rawestana hevpar li hember qaçaxa madên narkotîk, qaçaxa mirovan û rawestana li ber teror û koçberiya neqanûnî sekinîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê roja pêncşemiyê li hevdîtina Sulêyman Soylû wezîrê karên hundir ê Tirkiyê li Enqerê bal kişand ser hevkariya nêzîk ên du welatan li warê ewlehiya sînorî, rawestana li ber madên narkotîk, rawestana li ber qaçaxa mirovan û kelûmelan û rawestana li ber terorîzmê û got: Peywendiyên navbera Îran û Tirkiyê li warê aborî, geşatî û danûsandinên ticarî jî divê werin xurtkirin.
Rehmaniyê Fezlî bal kişand ser civînên rayeadrên Îran û Tirkiyê dikare li warê xurtkirina hevkariyên her du welatan bi bandor be û destnîşan kir: serokomarên Îran û Tirkiyê heya niha zêde ji heft caran hevdîtin pêk anîne ku nîşana viyan a Têhran û Enqerê bona berfirehkirina peywedniyên dualî ye.
Wezîrê karên hundir ê Îranê pêşewaziya berfirehkirina peywendiyên ewlehiyê navbera Têhran-Enqerê kir û destnîşan kir: Meselên navçeyî divê bi destê welatên navçê were çareserkirin.
Suleyman Soylu jî hevkariyên wezareta karên hundir a Îran û Tirkiyê û hevkariyên her du aliyan li karûbarên koçberan û lidarxistina civînên hevparên ewlehiyê li sala buhurî bi bîr xist û got: Pêwendiyên navbera Îran û Tirkiyê gihêştiye asteke baş.
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: Îran û Tirkiyê li warê rawestana hevpar li ber terorîzm û qaçaxa madên narkotîk, koçberiyên neqanûnî, qaçaxa kelûmelan û dabînkirina ewlehiya sînorî hevkariyên baş hebûne.