Serleşkir Baqirî: Îran li şerê nerim rastî êrişeke giran hatiye
Serokê erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Dijmin li şerê li dij Komara Îslamî ya Îranê naghêje tu encamekê.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar serleşkir Pasdar Muhemed Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja pêncşemiyê li kêleka seredana nîşangeha keşfiyatê fermandehiya ewlehiyê ya parêzgeha Kirmaşanê, li rojava Îranê bal kişand ser vê yekê ku welêt li şerê nerim rastî êrişkeke giran hatiye û destnîşan kir: Dijmin li şerê nerim hin pêngav li warê sîxorî, îstixbaratî û ewlehiyê li dijî Îranê rakirine.
Serleşkir Baqirî her wiha got: Hewldana herî zêde ya dijmin li şerê nerim li beşa çandî, îtiqadî û olî ye û ji ber legîzniya geşatiya îmkanatê û teknolojiyê şopandina torên civakî pir giring e.
Serokê erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha bal kişand ser kelûmelên pêşketî yên hêza ewlehiya Îranê li warê şopandina lêzanînan û kontrolkirina sînoran û got: Hêza ewlehiyê ya Îranê kelûmelên li dij soxoriyê yên ewlehiyê bi dest xistine û li vê barê pêka berê pir pêşde ketiye.