Cotmeh 11, 2018 15:24 Asia/Tehran
  • Rehmaniyê Fezlî: Hevkariya Îran û Tiriyê li warê dabînkirina ewlehiya sînorî bi bandor bûye

Wezîrê karên hundir ê Îranê got: Hevkariya Îran û Tirkiyê li warê damezrandina ewlehiya sînorî ya her du welatan bi bandor bûye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê ku bi armanca berfirehkirina  hevkariyên dualî li karûbarên siyasî û sînorî û ser deweta wezîrê karên hundir ê Tirkiyê îro sefera Enqerê kiriye, hevkariya  her du welatan li warê parastina  ewlehiya sînoran û girtina pêşiya  qaçaxê bi bandor da zanîn û got: Bi rayedarên Tirkiyê re dê li bara  berfirehkirina  hevkariyên sînorî, rawestana li ber qaçaxa mirovan û madên narkotîk û rawestana li ber terorîzmê bişêwire.

 Biryar e wezîrê karên hundir ê Îranê li vê sefera yek rojî tev Suleyman Soylu wezîrê karên hundir ê Tirkiyê re hevdîtinê pêk bîne û li bara berfirehkirina  hevkariyên dualî gotûbêjê bike.

 Rehmaniyê Fezlî piştî hevdîtin û muzakira tev wezîrê karên hundir  ê Tirkiyê dê here Qoniyayê û seredana mezarê Mewlana ji helbestvanên  bi nav û deng  ê îranî li vî bajarî bike.