Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê gihêşt Viyenayê
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê bona beşdarî û axiftina li 62`mîn civîna giştî ya salane ya Ajnasa navneteweyî ya Enerjiya Atomê sefera Viyenayê kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, Elî Ekber Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê li kêleka vê seferê dê tev rayedarên Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê û rayedarên dine welatên endam li çarçoveya hevkariyên dualî û navçeyî hevdîtin û gotûbêjê bike.
62 mîn civîna giştî ya salane ya Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê ji roja duşemiyê, 17 Îlonê bi beşdariya rayedarên pilebilind ên enerjiya Atomê yên welatên endam li Viyenayê tê lidarxistin.
Li gorî vê raporê, di destpêka vê civînê, Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê dê raporekê li bara xebat û destkewtên vê saziya navneteweyî li sala derbasbûyî raber bike.