Îlon 16, 2018 15:33 Asia/Tehran
  • Sertîp Heyderî: Tu metirsiyek li dijî Îranê tune

Fermandarê hêza bejahiyê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Tu xeterek li dijî Îranê tune û welat li bereberê tu şerekî da nine.

Fermandarê hêza bejahiyê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Kiyûmers Heyderî roja Yekşemiyê li bajarê Hemedanê li rojavaya Îranê li nav koma nûçegihanan bal kişande ser rol û cîgeha girîng a şehîdên serdema Berevaniya Pîroz li aramiya niha ya îranê û got: ``Tevî viya ku tu welatekî gefek li dijî Îranê nine, lê nabe ku em amade nebin û li ser esasa fermanên hezretê ayetullah Xamineyî, fermandarê gişt hêzan, hertim divê em xwe li çeperê his bikin.

Fermandarê hêza bejahiyê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi hêz û şiyana pêşîlêgirtina Îranê kir û got: Welatên ku îdiaya dijminatiya bi Îranê ra dikirin, roja îro berê xwe dane fêl û rêbazên ne-leşkerî û ev encama amadebûn, berxwedan û serêxwegirtina xala mayîna ser piyên xwe li hêzên çekdar ên Îranê ye.

Sertîp Heyderî bi bîr xist: Tevahiya alavên şêrr ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê berhema hundirê welêt in û Komara Îslamî ya Îranê bi tu awayê palpiştiyê ji biyaniyan wernagire.

Fermandarê hêza bejahiyê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hêzên çekdarc ên Komara Îslamî ya Îranê roja îro hêzek bi dest xistine ku bersiveka qahîm û xopanker bidin her cûre gefa hitmalî./