Îlon 12, 2018 13:54 Asia/Tehran
  •  Şêwirînên Cabêriyê Ensarî li Jinêvê dawî bûn

Husêyn Cabêriyê Ensarî roja Sêşemiyê duwemîn dewra şêwirînên xwe tev muzakirekirên pilebilind ên Rûsiye û Tirkiyê li pêvajoya aşitiya Sûriyê tev Dê Mîstora li bara komîta qanûna bingehîn a Sûriyê li Jinêvê kuta bike.

 Li gorî rapora IRNA`yê, duwemîn dora şêwirînên  Huseyn Cabêriyê Ensarî, alîkarê pilebilind  ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li karûbarên siyasî, Elêksander Lavrêntîv û Sedat Onal muzakirekirên  pilebilind ên  Rûsiyê û Tirkiyê li pêvajoya aşitiay Sûriyê tev Îstefan Dêmîstora nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê li bara komîta qanûna bingehîn a Sûriyê li Jinêvê hat lidarxistin.

  Li vê civînê dawîn rewşa pêşketina li pêvajoya siyasî ya çaresrkirina  qeyrana Sûriyê bi mêhwera damezrandina  komîta qanûna bingehîn hat hilkolandin.

Sûrî -sûrî bûna  pêvajoya siyasî û pêwîstiya parastina hakimiyeta neteweyî ya yekperçe ya  Sûriyê û pêwstiya  rêkûpêkkirina  endamên komîta qanûna bingehîn bi curekê ku aliyên curbicur wê qebûl bikin û di eynî demê de  li gor  rasitiyên heyî li Sûriyê bin, li vê civînê hatin berçavgirtin.

  Beşdarên vê civînê  biryar dan ku li bara hemî mesele û hûrgiliyên  têkildarî komîta qanûna bingehîn serê axir li çarçoveya  paketeke  yekperçe  li hev bikin.

 Li vê civînê nûnerên  sê welatên  garantorê pêvajoya aşitiya Sûriyê li hev kirin ku bi pêkanîna  karkoma  teknîkî  a karzanên xwe rewşê ji bo şêwirînên  hevpar tev Rêxistina Neteweên Yekbûyî bona   hêsankirina destpêbûna  karê komîta qanûna bingehîn  a Sûriyê xweş bikin.

  Her wiha  ser vê mijarê li  hev kirin ku dewra sisyan a şêwirînan li dawiyê Cotmeha  îsal bê lidarxistin.

 Hesen Rûhanî, Viladîmîr Pûtîn û Receb Teyib Erdogan serokkomarên sê welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê 7 Îlonê li civînekê li Têhranê raghandun ku ser hakimiyet û yekperçetiya erdê Sûriyê û her wiha armanc û prensîpên  Manfesta Neteweyên Yekbûyî disekinin û destnîşan kirin ku  divê gişt rêzê li van prensîpan bigrin.