Îlon 12, 2018 13:34 Asia/Tehran
  • Larîcanî:

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser komployên dijminan bo pêkanîna bêtifaqiyê navbera misilmanan û ser yekitiya navbera liv û tevgerên siyasî û mezhebî li cîhana Îslamê teqez kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Larîcanî ku sefera bajarê Laristana  parêzgeha Farsê li başûrê Îranê kiriye, êvara sêşemiyê li hevdîtina alimên sunne û şîe yên vê parêzgehê got: "Îro rojê yekitiya navbera tevgerên siyasî û mezhebî li cîhana Îslamê pêwîst e û divê riyên ku mêhwerên yekitiyê ne, bên berçavgirtin".

  Larîcanî her wiha bal kişand  ser vê yekê ku serokkomarê Emerîkayê rewşa navneteweyî li hev xistiye û destnîşan kir: "Piştî derketina yekalî ya Emerîkayê ji rêketina navokî li 8ê Gulana 2018`an rayedarên ewrûpî ji Îranê daxwaz kirin ku demlidest bersiva vî karî nedin da  ku ew karekî bikin ku Îran ji vê hevhatinê behremend bibe".

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bala xwe da ser hêz û şiyanên  Îranê yê berevaniyê û got: "Di dema şerê heştsalî yê Rejîma Besa Iraqê li dijî Îranê, tu welatekî çek nedifrotin Îranê loma Îranê berê xwe da çêkirina  mûşekan û îro jî mûşek bûye  xala bihzbûna Îranê".

 Larîcanî her wiha bal kişand ser vê yekê ku  ger Îran li hember koma terorîstî ya DAIŞ`ê b hişmendî reftar nekira, vê komê dikarî ewlehiya navçê bixe xeterê û destnîşan kir: "Ger navçeyê ewlehî tinebe, dê xebatên  aborî û ticarî û jiyana xelkê rastî pirsgirêkê were".