Xweşrû: "Îranê roleke kêrhatî li vegerandina aşitiyê bo Sûriyê heye"
Nûnerê dayim ê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, civîna Têhranê muzakira li bara riyên gihêştina bi aşitiya mayînde li Sûriyê da zanîn û got: "Çawa ku Îranê ji Sûriyê li warê rawestana li ber terorîzmê piştgirî kir li warê vegerandina aşitiyê û geşatiyê jî dê laîkariya vî welatî bike".
Li gorî rapora IRNA`yê, Xulamelî Xweşrû roja Sêşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku ser daxwaza Rûsiyê bona raberkirina rapora vê dawiyê ya serokkomarên Îran-Rûsiye û Tirkiyê li Têhranê li bara Sûriyê hat lidarxistin, got: "Mêhwera vê civînê hewldana ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê ji riyên siyasî bû".
Hesen Rûhanî, Viladîmîr Pûtîn û Receb Teyib Erdogan serokkomarên sê welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê 7ê Îlonê li civînekê li Têhranê ragihandin ku ser hakimiyet û yekperçetiya erdê Sûriyê û her wiha armanc û prensîpên Manfesta Neteweyên Yekbûyî disekinin û destnîşan kirin ku divê gişt rêzê li van prensîpan bigrin".
Nûnerê dayim ê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, her wiha got: "Serokkomarên sê welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê 7 Îlonê li civînekê li Têhranê rezamnediya xwe li bara modela Astanê bona bidestxistina aşitî û aramî û ewlehiyê li Sûriyê ragihandin û li bara riyên bidestxistina aşitiya mayînde li Sûriyê muzakire kirin".
Xweşrû her wiha got: "Wan cardinê berpirsiyariya xwe li bara mafê hakimiyeta Sûriyê, xweserî û yekperçetiya erdê wê raghandin". Wî her wiha got: "Ev sê welat hemî hewldanên bona xuliqandina rasitiyên nû bona rawestana li ber terorîzmê red kirin û bona rawestana li ber terorîzmê ragahndin ku amadeyî hevkariyê ne".
Nûnerê dayim ê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir: "Beşdarên civîna Têhranê ser girîngiya ferq danîna navbera terorîstan û komên çekdar ên neyar sekinîn ku heya niha tevlî agirbesê bûne an dixwezin tevlî bibin".
Wî destnîşan kir: "Sekinîna ser rêçareya siyasî bona kutakirina qeyrana Sûriyê encama din a civîna Têhranê bû ku ser vê esasê serokên sê welatan berpisiyar bûn ku li dû rêçareya siyasî bo sûriyan bin ku ji aliyê wan ve were rêberêkirinê".
Nûnerê dayim ê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, her wiha bi bîr xist: "Hevrê digel van pêngavan, divê ji bo vegeryana xwebexşane û ewleh a aware û penaberan hewl bibin û ji bo bidestxistina vê armancê lidarxistina civîneke taybet a navneteweyî bona hilkolandina rewşa penaberan û awareyên sûrî pêwîst e".