Tebax 12, 2018 19:58 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Ewlehî û aramiya Xezerê yek ji destkewtên  îmzekirina Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bi îmzekirina Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê pêngaveke nû ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya navçê û peywendiyên baştir ên welatên pervava deryaya Xezerê hatrakirin.

 Hesen Rûhanî roja tyekşemiyê û piştî îmzekirina   Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê li civîna  hevpar a rojnamevaniyê ya vê deryayê, got: Nêzîkbûna  dewletan, berçavgirtina  berjewendiyên  neteweyî û dîrokîbûna  peywedniyên  gelên navçê, bû sedema  îmzekirina  7 belgeyan, bi taybet Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  ji destkewtên  pir giringe  Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê , ewlehî û aramiya  vê deryayê ye û got: Eva ku eşkere hat raghandin ku  deryaya Xezerê tenê ya 5 welatên peravê ye, tu hêzeke  biyanî nikare  têde hatûçûyê bike û ewlehiya  vê deryayê tenê  di îxtiyara  5 welartên  peravê de ye, tê wateya  tesbîtkirina  ewlehiya deryaya Xezerê.

 Rûhanî her wiha  tranzît û nift û gazê ji wan puen û zirûfên  heyî li deryaya Xezerê da zanîn û got: Îran li warê tranzîtê roleke giring heye û li rojhilata  deryaya Xezerê bi hevkariya  Tirkmenistan, û Qezaqistanê û li rojava  bi Komara Azerbaycanê û Rûsiyê dikare  Ewrûpa, Asiyaya navendî û Qefqazê bizeliqîne  avên  başûrê kendava Farsê û Umanê û eav tê vê wateyê ku deryaya Xezerê dikare  tranzîtek bo navçê û dervey navçê be.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir ku pêngavên  giring ku ji bo aramî û ewlhia zêedtir  ên deryaya Xezerê hatien rakirin, ser qeznaca  hemî gelên navçê bin.

 Konvansiyona Rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê roja yekşemiyê  û li opêncemîn  civîna  rayedarên  welatên  peravê  Xezerê li li bendera Aktaoyê ya Qezaqistanê û bi beşdariya serokkomarên  pênc welatên Îran, Rûsiye, Qezaqistan, Komara Azerbaycan û Tirkmenistanê ji aliyê nûnerên  van welatan hat îmzekirin.