Tebax 12, 2018 19:31 Asia/Tehran
  • Gotûbêja serokomarên Îran û Rûsîyê derbarê meseleyên herî girîng ên dualî, herêmî û navnetewî de

Serokomarên Îran û Rûsîyê li rex pêncemîn civîna serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê, derbarê meseleyên herî girîng ên dualî, herêmî û navnetewî de rawêjkarî kirin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li hevdîtina digel Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê ku li rex pêncemîn civîna serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê li bendera Oktao ya Qazaqistanê pêk hat, pêgirî li ser pêwîstî û girîngîya zêdetir ji ber ya berfirekirina peywendî û hevkarîyên Rêhran-Moskowê yên di warên curbicur de kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê hevkarîyên Îran û Ûrsêtê li Deryaya Xezerê ser xêra her du gelan zanîn û got: Divê Deryaya Xezerê bibe deryaya aştî û dostîyê û faktorek ji bo bihêzkirina peywendî, hevkarî û dostîya zêdetir a welatên dorhêla Deryaya Xezerê.

Rûhanî herwiha got: Hevkarîyên dualî û çendalî yên Îran û Rûsîyê derbarê meseleyên curbicur ên herêmî û navnetewî ji wan di warê ewlehîya herêmî û têkoşîna li hemberî têrorîsma DAIŞ`ê li Sûrîyê de encamên erênî li navçê hebûne û divê ew hevkarî heta kokbirrkirina tam a têrorîsmê bên domandin.

Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê jî bal kişand ser peywendîyên ber bi berfirebûnê yên Moskow û Têhranê di warên curbicur de û pêgirî kir: Rûsîye amade ye peywendîyên digel Têhranê di gişk waran de zêdetir berfire bike.

Serokomarê Rûsîyê Rêketinama Atomî jî rêketinameyeke navnetewî û girîng zanî û bal kişand ser pêwîstîya hewildana di çarçova parastin û qehîmkirina Rêketinama Atomî ji hêla hemî alîyan ve piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji wê û pêgirî li ser dewama rawêjkarî û hevkarîya berpirsên her du welatan derbarê çareserkirina mesele û mijarên curbicur ên herêmî û navnetewî kir.