Tebax 12, 2018 16:50 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Welatên dorhêla deryaya Xezerê, zirûfên xwe yên baş ji bo hevkariyê h ene

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser zirûf û derfetên welatên dorhêla deryaya Xezerê ji bo hevkariyê û got: Civîna rayedarên welatên dorhêla deryaya Xezerê, yek ji civînên pir giring li bara vê deryayê ye.

 Hesen Rûhanî, vê sibê beriya terikandina Têhranê ber bi Aktaoya Qezaqistanê ji bo beşdariya  li civîna  rayedarên  welatên dorhêla deryaya Xezerê, bal kişand ser sefera xwe ku ser deweta fermî ya Nûr Sultan Nezerbayêv, serokomarê Qezaqistanê cih tê û diyar kir: Li vê civînê li bara rejîma hiqûqî ya deryaya Xezerê gotûbêj têkirin.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku deryaya Xezerê, xwediyê nift û gazê ye ku dikare wek matora pêşketinê bibe û destnîşan kir: Hevkariya  navbera welatan li warê derxistin, behrewergirtina  ji niftê û her wiha  suwapa niftê û gazê ji wan babetan in ku navbera welatên  perava  deryaya Xezerê  tên hilkolandin.

 Wî mesela tranzîtê yek ji meselên pir giring ji bo deryaya Xezerê, welatên dorhêlê û navçê da zanîn û destnîşan kir: Rojhilata Xezerê, yanê Tirkmenistan û Qezaqistan li Îranê û ji wê riyê li avên başûr û kendava Farsê hatine girêdan û ji bo zeliqandina rojava  deryaya Xezerê jî  pêngavên seretayî hatine rakirin û proja  Astara-Astarayê cih hatiye.

 Rûhanî destnîşan kir: Îran û piraniya welatên asiyayî ji van du korîdorên mezin li rojhilat û rojava  deryaya Xezerê û ji rêka vê riya giring a tranzîtî dighêjine  Asiya navendî, Qefqaz, Rûsiye û Ewrûpayê û mesela tranzîtê ji bo pênc welatên  pervava deryaya Zexerê pir giring e.

 Pêncemîn civîna  rayedarên  welatên derdora deryaya Xezerê( Îran, Rûsiye, Komara Azerbaycan, Tirkmenistan û Qezaqistan) îro yekşemiyê li Aktaoyê hat lidarxistin, biryar e li vê civînê, belgeyên  li bara rejîma hiqûqî ya deryaya Xezerê bên îmzekirin.