Tebax 12, 2018 16:37 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Wajokirina konvansyona Pergala Deryaya Xezerê pêngaveke girîng di rêya bihêzkirina hevdengîyê de ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê wajokirina konvansyona Pergala Deryaya Xezerê pêngaveke girîng di rêya bihêzkirina hevdengîya zêdetir a welatên dorhêla vê deryayê de bi nav kir.

Hesen Rûhanî îro li civîna serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê li Qazaqistanê bi gotina vîya ku roja îro Deryaya Xezerê wekî navçeyeke gellekî girîng û istiratêjîk, navenda dostî, hevkarî û hevdengîya dewlet û gelên wê ye, dîyar kir: Niha ev herêma bûye mînakeke serketî ji bo garantîkirina aştî, istiqrar, dostî û cînaretîya baş û pêşketinê û ev civîna pêngaveke din di çarçova hevdengîya zêdetir li herêmê ye ku divê ji bo rakirina pêngavên din were bihêzkirinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Bi wajokirina konvansyona pergala hiqûqê ya Deryaya Xezerê pêngaveke gellekî girîng hat rakirinê lê, hela mijarên girîng mane û muzakire ji bo liyêkgiheştina teqil nemaze di warê kivşkirina sînoran û kivşkirina şêwazên xêzkirin û kivşkirina xetên destpêka hidûdan divê bên domandinê.

Rûhanî herwiha got: Tenha rêya girtina pêşîya her cure nakokîyê li deverên ku sînorên wan nehatine kivşkirinê ew e ku sûdwergirtina ji çavkanîyan bi awayê hevpar be yan jî her 5 welat xwe ji peydakirina çavkanîyan û sûdwergirtina yekalî ji wan dûr ragirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku li bakur û başûra Îranê derya hene û ji ber vê yekê Îran ji bo pêşxistina ticaret û tiranzîtê amade ye, pêgirî li ser pêwîstîya çavdêrîya berdewam ser cihanîna durist a konvansyona pergala hiqûqî ya Deryaya Xezerê û rêketinamên çendalî kir.

Pêncemîn civîna serokên 5 welatên dorhêla Deryaya Xezerê îro bi amadebûna Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li Bendera Oktao ya Qazaqistanê destpê bû.

Civîna wezîrên karên derve yên 5 welatên dorhêla Deryaya Xezerê jî duh bi pişkdarîya wezîrên karên derve yên Îran, Qazaqistan, Ûrsêt, Tirkmenistan û Komara Azerbaycanê hat lidarxistin.